Li benda dawetnameya başurê ne
(Bas)Hejar Memuzîny
Li Erupayê Gelek Komên Muzîk Yên Kurdî Hene U Xizmeta Çand U Hunera Kurdî Dikin. Rêzan-Zozan-Margêt. Du Xweşk U Yek Birane Li bajarê Celle Almanya Dijîn U Dinava Malbateka Huner Dost U Kurd Perwer Mezin Bune. Di Sala1992 Koma Rêzan Damezrandin . Lê Divan Demên Dawîyê Da Nava Koma Xwe Gohertin U Bi Navê Her sêyan Kirin U Berdewamî Dan Xebata Hunerî U Heya Niha Xwedî Hinek Berhemên Hunerî ne.
Bas:Ji ber çi hun dixwazin Hunerê bi rîya malbatê pêşkeş bikin?
Rêzan.Zozan.Margêt:Em xweşik u birane u dinava malbateka Muzîksîyan Mezin Bune u Dayîk Ubabê me jî dengbêj bune.ji ber wê jî hunera dayîk u babê me gelek bandorî li ser me kirine.Herwisa me jî xwest ji rîya Her sîyan em bikevin ser şano yê u xebata hunerî bimeşînin.
Bas:Alîkarên We Kîne?
Rêzan.Zozan.Margêt:Malbeta me gelek gel me alîkarin u em jî her sîyan pir ji gel hev alîkarin.
Bas:Bi nerîna we Hun her yêk ji bo xwe karê muzîkê bikin zehmetire. Anjî weke komê?
Rêzan.Zozan.Margêt:Bêgum weke kom pir zehmetire.ji ber ku dinava komê da kesen nîne. Belkî gelek andamên hunerî cîdigrin. Herwisa em her yêk ji bo xwe karê hunerê bike pir hêsan tire. Lê me bryar daye ku weke xweşik u bira berdewamîyê bidin karê hunerê.
Bas:Tu dema we hizir Nekrîya. Ku hun weke komê muzîkî werin başur u li wir konsêrt bidin?
Rêzan.Zozan.Margêt:Belê Bêguman.EmDixwazin rojekî bihên başur u konsêrt bidin. Heke di rojên pêşîya me da dawetname ji me re bişînin.
Bas:Hun weke komê muzîkê. Zêda amanca we gotina kîj rengê sitranan ne?
Rêzan.Zozan.Margêt:Em li elmanya mezin bune. Pir gohdarîya muzîka bîyanî kirine.(Classîc.hip hop.jaz.hwd.).
Ji ber ku em li malbateka hunerî mezin bune. Dixwazin weke malbat hunera kurdî biparêzin. Her wisa ew rîya ku hunermendên classîc(Eyşê şan-mahamd arif. Hesen cizîrî-şakîro-husên muşî- meryem xan...hwd....) Meşendine. Emjî dixwazin ew rîyê bimeşînin.
Bas: Têxst sitranên kî dinvîse?
Rêzan.Zozan.Margêt:zozan- rêzan zêde têxsta sitranên me dinvîsînin.
Bas:Li evrupayê gelek komên muzîkê yên kurdî henin. Weke hizir li wê yêkê nekirîne ku hun jî tevlî komekê muzîka mezin bibin?
Rêzan.Zozan.Margêt: Raste . gelek komên muzîk yên kurdî li evrupayê henin. Lê weke me ji serî jî da balkişand ser wê yêkê ku em dinava malbateka hunerî da hîn bune. Herwisa me li şîyanên xwe nêrî ku em dikarin her sêyan karê hunerî bimeşînin. Ji bilê me jî . xweşikekê di jî me henin ku li ser muzîkê dixwîne u di demekê nêzîk de tevlî me dibe
.

Eyşê Şan'Prensesa bê tac u text
Stockholm: Rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar, du pirtukên li ser jiyan û berhemên hunermendên nemir Eyşe Şan û Aram Tîgran, bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çap kirin û gihandin ber destên xwendevanan. Oremar xebatek giranbûha û kedeke baş dayeher dû berheman û du pirtukên hêja tevî arşîva kurd kir. Me jî xwest bi taybet li ser jiyan û hunera hunermend Eyşe Şan bisekinin û di derbarên çavdêriyên wî de bibin xwedî agahî.
Du pirtukên te yên li ser jiyana hunermend Aram Tîgran bi navê “Dengê Azadiyê, Sembola Biratiyê Aram Tîgran”yek jî li ser jiyan û hunera hunermend Eyşe şan bi navê “ Prensesa Bê Tac û Text Eyşe Şan” ji hêla Şaredariya Mezin a Amedê ve hate çapkirin. Civaka kurdan gorbuhuşt Aramê Tîgran hîna di saxiya wî de derfeta naskirinê bi dest xist. Hunermend Aram Tîgran her li pêş çavên gel bû û jiyana xwe par ve dikir. Lê hunermenda hezkiriya civakê Eyşe Şan ne di wî çax û di nav wan derfetên ku civaka kurd wê baş nas bike, jiyana wê bizane de bû. Bi qasî ku em dizanin ew bi tena serê xwe çû ser dilovaniya xwe. Loma ez dixwazim bêtir li ser Eyşe Şan pirsên xwe bikim:
Çima “Prensesa Bê Tac û Text”?
Gelek spas dikim bo pîrozbayîyê û hîvîdar im di vê qadê de karên baştir pêşkêşî dostên hunera Kurdî bikim.
Pirsa ku we kiriye gelek kesên din jî ji min pirsîne. Eyşe Şanê di serdemekê de dest bi karê stranbêjiyê kir ku li Bakurê Kurdistanê siyaseta asîmîlasyon û înkara hemû taybetmendiyên Kurdan yên din bi çar gavan ber bi pêş ve diçû. Tevî ku Eyşe Şanê etmosferê siyasî-civakî yê wê demê baş nas kiribû jî, lê nexwest weke gelek kesên ku bi nirxê rojê nanê xwe peyda dikin, bikeve xizmeta sîstema serdest. Çimkî ew aşiqa strana Kurdî bû. Ew hez û evîn jî ji bavê wê yê (Osman Şan) wek mîrasekê jê re mabû. Ji hêla din jî ger Eyşe Şan di welatekî serbixwe yê bi navê “Kurdistan” de dest bi karekî wiha bikira, qedera wê nedibû ew ya ku jiyana xwe ya tije êş û elem pê re derbas kir. Ger em Kurd jî xwedî dewletek serbixwe bûna, elbete bihayê ku Ereba dan Ûmm Kûlsûm û Feyrozê, qîmeta ku Farsa dan yekemîn jina xwe a stranbêj ( Qemer ol-Molok Vezîrî) me jî yê bida Eyşe Şan, Meryem Xan û Nesrîn Şêrwanî.
Hingî di qada hunerê de Eyşe Şan him bi deng û him jî bi bedewiya xwe yê weke prensesekê bihata teqdîr kirin. Tacê zêrîn ê baştirîn deng û stranê yê gelek cara bibûya para Eyşe Şanê. Ji ber van sedeman min navê pirtûka xwe kire “Prensese bê tac û text: Eyşe Şan”. Bêtac û tex bi wê wateyê ku em miletekî bindestin û qîmeta nirxên me nayê zanîn. Çimkî welatê me hatiye dagîrkirin.
Dema lêkolîna xwe ya li ser berhem û jiyana Eyşe Şan de çavkaniyên te çi û kî bûn? Tu rastî malbat û derdoreke wê hatî gelo?
Çavkaniya min a yekê deng û stranên wê bûn. Ji zarotiyê ez aşiqê dengê wê me û niha jî hemû stranên wê ezber dizanim. Tama dengê wê yê tije êş hisên min diricfîne. Sedem jî malbat bû. Dayika min niha jî dema dengê Eyşe Şanê dibihîse, wiha dibêje: ”Di dengê Eyşê de xerîbî û xwelîseriya jina Kurd a hezar salan heye.” Vê gotinê jî gelekî rê nîşanî min dan ku ez bikevim pey komkirina zanyarîyan li ser jiyan û hunera Eyşe Şanê. Di radyoya Bexdayê de nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm li zivistana sala 1978 an de hevpeyvînek bi Eyşe Şanê re çêkiribû. Sala 1993 an ez çûm Dihûkê û min ji nêz ve Segvan dît. Dema min ew hevpeyvîn guhdar kir, hingî min baştir gotina dayika xwe jî fêm kir. Çimkî ew hevpeyvîn tev axîn û girînên Eyşe Şanê yên li ser jiyan û xwelîseriyên wê di rêya hunera Kurdî de bûn. Çawa ketibû ser rêya hunerê, ji hêla malbat, civat û dewletê ve rastî çi êş û eleman hatibû û hwd, tev di dengê wê yê tije soz de hebûn.
Min ji malbata wan tenê kurê wê Mirad dît. Eyşe Şan di destnivîsa xwe de behsa wan derd û xeman dike ku keça wê (Yasemîn) jê re çêkirine. Min berî bidestxistina wê destnivîsê gelek cara xwest ku keça wê bibînim, lê her carê bi awayekî nedixwest hevdîtina me çêbibe! Piştî ku min serbihûriya Eyşe Şanê bi pênûsa wê bi xwe xwend, êdî min nexwest Yasemînê bibînim. Ez li Entabê çûm mala xwîşka wê jî, lê wê jî got: ” Ger peran nedî min ez li ser xwîşka xwe naaxivim”(!!). Yanî malbata wan tev bi awayekî bazirganî nêzî nav û keda Eyşe Şanê dibin. Bes kurê wê Mirad gelekî hevkariya min kir û min jî soz da wî ku pirtûkek hêjayî huner û navê dîya wî pêşkêşî civakê bikim.
Tu di lêkolîn û xebata xwe de rastî jiyanek, kesayetek û jineke çawa hatî? Tu dikarî çi bibêjî li ser gorbihuşt Eyşe Şan?
Li gor min Eyşe Şan serkêşa renesanseke hunerî bû û bi rêya hunera xwe xêzeke îbtalkirinê kişande ser zagonên komara Tirkiyê ku di serî de zimanê Kurdî qedexe kiribû. Lê wê bi dengê xwe yê şilik û nazik hêvîyên mezin di dilê gelê xwe de afirandin.
Eyşe Şan hê keçeke ciwan bû ku xwest bibe stranbêj. Sala 1957an li Amedê bi dizî çûye cem yek ji muzîsiyenên naskirî Celal Gözelses û xwe hînî strîna bi orkestrayê re kiriye. Yanî çawa bi rîtmê re hereket bike û di çaxê strînê de jê dernekeve. Piştre çûye radioya Entabê û li pey salên 1960 an navê wê li her derê belav bûye. Di salên 60 an de jinek bi tena serê xwe radibe û dengê xwe li Kurdistanê belav bike. Ev bi serê xwe him şoreşeke civakî û him jî di wê etmosferê de ku hebûna te wek milet nayê pejirandin, ziman û hunera te qedexe ye, cesareteke mezin dixwaze . Her karek li gor şert û mercên dema xwe, tê nirxandin. Hingî dengxweşên Kurda bi teşwîqa saziyên ku li ser asîmîlasyona stran û folklora Kurda disekinîn, xwe digehnadin bajarên mezin û tenê bi Tirkî distirîn, lê Eyşe Şanê wiha nekir û li Istembolê di her pilakeke xwe de stranên Kurdî jî gotin. Wê weke gelek kesên ku îro meymonên Tv yên Tirkane, xeta xiyanetê nepejirand. Nebû hevala talankerên çanda xwe.
Ji bo min xala herî balkêş di jiyana Eyşe Şanê de ew e ku ew di jiyana xwe a hunerî de bi sê derdan re rû bi rû maye: ji hêlekê malbat li dijî karê wê yê stranbêjiyê ye û neçar dimîne ku zêdetir ji deh salan xwe li Stenbolê veşêre ku bi destê birayê xwe neyê kuştin. Ji hêla din jî civaka Kurdistanê ya ku kevneşopiyên sîstema feodalîzimê tê de bi hêz in, li dijî deng û hunera wê mezintirîn astengiyan çê dikin. Ew ji tirsa oldarên ku dengê jinê ji bo strînê heram dizanin, newêre bi eşkerahî bê Kurdistanê û ger carna jî hatiye û konsert dane, di bin kontrol û çavdêriyeke berfireh de karekî wiha encam daye, lê tirs û lerzê li ser sehnê jî canê wê govaştiye.
Ji hêleke din jî sîstema serdest an jî dewleta Tirkiyê tim rêgir bûye li ber kar û çalakiyên Eyşe Şanê. Ji bo strîna straneke Kurdî pir cara ew kişandine îdarên emniyetê û heta îşkenca fizîkî jî li wê kirine. Heqaret û bêhurmetî pê kirine, lê wê terka zimanê xwe nedaye û bi wan hissên birîndar û tehqîrkirî lorîkên herî xweş ji me re kirne malê dîrokê.
Bes hûn dibînin ku Eyşe Şanê di sê çeperan de şer kiriye û tê de jî bi ser ketiye. Çimkî karê wê êdî bûye malê dîrokeke bêmirin. Tevî hemû zehmetiyên ku di rêya hunerê de kişandine, gencînyek bihagiran li ser xana hunera Kurda zêde kiriye. Piraniya hunermend û kesayetiyên cihanê yên navdar jî wiha meşhûr bûne.
Tişta herî ku bala te kişand di jiyan û hunera Eşye Şan de çi bû?
Berxwedan, îsrar û heza wê ya ji ziman û hunera Kurdî ye. Kesayetî ya wê jî pir bala min kişand. Çimkî wê di jiyana xwe ya malbatî de jî zêde xweşî nedît. Ji hêlekê pilakçî û fîrmayên kaset çêkirinê mafê wê dixwarin, ji hêla din jî kesên herî nêzî wê (heta mêrê wê jî) bi awayekî bazirganî nêzî Eyşe Şanê dibûn. Ev jî bû sedem ku wê xwest wek jinekê li ser piyên xwe bisekine û zarokên xwe jî xwedî bike. Weke şêrejineke çeleng him karê xwe yê hunerî dikir û him jî ji bo debara jiyana xwe li Izmîrê di îdara postê de dixebitî. Elbete karên ku wê ji bo debara jiyana xwe kirine, pirin. Yanî ji karê terzîtiyê bigire heya xebata di radiyo û Turkiş Airlines û karên din kirine ku nanekî rihet ji xwe û zarokên xwe re peyda bike.
Xaleke din jî ewe ku wê sal bi sal karî zêdetir çînên civakê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Bi awayekî ku niha nikarim bêjim Eyşe Şan li Hewlêr û Mehabadê zêdetir tê hezkirin an li Amed û Wanê?. Yanî Kurd tev ji deng û karê wê hez dikin. Heyranên wê sinorên Kurdistanê jî derbas kirine. Berî mirinê di nava dilê gel da bû û niha jî bawerim Kurd zêdetir ji beriya mirinê wê nas dikin û hê jî jê hez dikin. Yanî Eyşe Şan yê wek hunermenda sedsalan di dîroka hunera Kurdistanê de bimîne û navekî nemire.
Di warê xwedîderketina Eyşe Şanê ya ji strana Kurdî ya resen jî xaleke ku pir bala min dikişîne. Ji ber wê jî deng û qirika xwe ne malê xwe, belkî malê Kurda dihesiband. Ev bû sedem ku dengê wê ji sala 1957an heya roja ku serî bire nava axa sar, paqij, nazik û xweş bimîne. Çiqas gel hurmeta wê digirt, wê jî qîmeta xwe ya civakî bêtir diparast. Yanî xwedî hinek pirensîpên exlaqî-civakî bû ku ev jî yê navê wê di dîrokê de zindî bihêle.
Xwedîderketina li van nirxên civaka kurdan dikare çawa bêhtir gengaz be?
Pirseke pir girîng û xweş e. Çimkî em Kurd zêde qîmeta mîrasê xwe nizanin û nagirin. Ji bona wê jî dîroka me tim tê dubare û sêbare kirin. Divê ji bo gengazekirina karekî wiha ragehandina Kurda bihayekî bide ked û navê kesayetiyên Kurd. Êca ev kesane çi hunermend an siyasetmedar û nivîskar bin, ferq nake. Divê qîmeta teva di medya Kurdî (TV, rojname, malper û hwd) de diyar be ku bandorê li ser nifşên nû bike. Ragehandin tenê ne ji bo siyaset û dewatê ye. Alman, Ingilîz û Farsan ji bo kesayetiyên xwe çi kirin û çi dikin, divê em jî wiha bikin. Heya niha li ser jiyan û hunera Johann Wolfgang von Goethe bi dehan pirtûk, film û dokument hatine çêkirin. Farsan li ser Hafizê Şîrazî, Xeyam, Benan û kesayetiyên xwe yên din gelek pirtûk û gotar belav kirine, lê ka werin li arşîva TV û pirtûkxanên me binêrin, çi heye?!!. Gelo hûn ê li ser jiyana Feqiyê Teyran, Ihsan Nûrîpaşa, Nesrîn Şêrwan, Tahir Tofîq çend pirtûk, dokument û gotaran peyda bikin?!
Berî çend salan di Tvyên Ereban de rêzefilmek li ser jiyana hunermenda navdar Ûmm Kûlsûm (1904-1975) hate belavkirin. Dema ji rejîsor sedema çêkirinê pirsîn, wiha got:” Ev kêmtirîn karê mumkin bû ku min ji hunermendeke wiha mezin re kir...”. Karên wiha bûne sedem ku piştî nêzî 40 salan hê jî di cihana Ereban de stranên Û. Kûlsûm ji bo guhdarkirinê di rêza yekê de cih digirin.
Nav û navdarî hêsan çênabe, lê îro ger bi xêra îmkanên teknîkî hinek kes bûne xwedî nav û şûhret, gere bizanîbin ku wê navdariyê yê hêsan jî wenda bikin.
Dibêjin tu bihayekî giran didî arşîvê û arşîva te dewlemend e, ev heza te ji kû tê?
Ez ji zarotiyê aşiqê arşîvkirina stran, foto, pirtûk û tiştên wiha me. Çimkî aliyekî zindîmayîna Kurda (wek milet) jî bi arşîvê ve girêdayî ye. Sala 2000an bo yemekîn car min ji bo kesên mîna Meryem Xan, Eyşe Şan, Evdalê Zeynikê û çend kesayetiyên din di MED TV û Mezopotamiya TV de bernameyên dokumenter li jêr navê “Navdarên Kurd” çêkirin. Piştre di radiyo û rojnameyên Bakurê Kurdistanê de jî li ser jiyan û keda wan nivîsên min hatin weşandin. Ji hêla gel ve jî karekî wiha pir baş hate pêşwazîkirin. Çend kesan jî (navê wan li vira nanivîsim) nivîsên min dizîn û li ser navê xwe û bi zimanên Tirkî, Erebî û Farsî belav kirin. Bi vê bîranînê re dixwazim vê rastiyê bêjim û bi bîra her kesî bînim ku wê arşîvê gelekî hevkariya min kir. Ger ew arşîv, hevpeyvîn û notên min nebûna, min nedikarî îro du pirtûkan li ser du kesaytiyên naskirî belav bikim. Ji bona wê jî rica dikim qîmeta arşîva me ya netewî baş bizanin.
Ji bo kesên mîna Melayê Cizîrî, Mehmed Uzun, Eyşe Şan, Aram Tîgran, Mihemed Arifê Cizîrî û hew çi bê kirin, dîsa jî kême.
Mamoste, gelek kesan wêneyên li pelê pirtukê neşibandin Eşye Şan û gotin: ev dibe ku ne Eyşe Şan be, tu çi dibêjî?
Ew fotoyê Eyşe Şanê yê çaxê keçîniya wê ye. Ji ber ku di nava Kurda de magazîn û rojname kêm bûne, me tenê wêneyekî Eyşe Şanê di kovar û pirtûkan de dîtiye, lê bi gera min a berfireh wêneyên din jî peyda bûn ku tev yên Eyşe Şanê ne. Ev wêne di dawiya pirtûkê de hatine çapkirin. Ji hêla din jî dema xwîşk, heval, birazî û kurê Eyşe Şanê dibêjin ev foto yê wê ye, ez çawa bawer nekim. Ev foto min ji mala Eyşe Şanê derxistiye û 100% ew bi xwe ye.
Gotinek we ya dawî?
Xweziya niha Eyşe Şan sax bûya û min di saxiya wê de ev berhem amade bikira û pêşkêşî wê bikira. Hingî ez bawerim ku ev kar yê bibe karistan. Yê bibûya kitabeke bihagirantir û xwedîyê gelek aliyên din yên sûdmendtir.
Ji bo pirsên te spas dikim û hîvîdarim ne tenê yek-du pirtûk, belkî dehan pirtûk, filmên sînemayî û rêzefilm li ser jiyana hunermend û kesayetiyên din yên Kurda bêne nivîsandin.
Xweziya çanda qirêj û mirîperestiyê ji nava me bar bikira. Êdî bese kultura “zindîkujî û mirîperestiyê”. Bila em êdî zindîkujên mirîperest nebin. Werin heya em saxin qîmeta hev bizanîbin û bihayê nirx û eymetên xwe yên netewî baştir bizanîn.
Di dawiyê de dibêjim, xweziya mirin nebûya para her kesî û îro jî Eyşe Şan sax bûya ka çawa piştî mirinê jî bûye prensesa bêtac û text û keç û jinên Kurd bi nav û dengê wê xwe serfiraz dibînin.
Di dawiyê de sipasdarê rêzdar Osman Baydemîr, Mem Mîrxan, Amed Çeko, Mîran Janbar û hemû hevalên din im ku di weşandina van du pirtûkan de gelekî hevkariya min kirin.
Fatma Savci-ANF-Hevpeyvîn

Stranbêj Ronî Erez :Huner Ne Çavkanîya Aborî ye Dî Jîyana Mîn
Hevoeyvîn:Hejar Mem U zîn- Kovara Gulan
Ronî Erez yêk jî wan sîtranbêjên nu ye ku dîkare bê ku alîkarî jî bêhêt kirîn Hunerê Pêşkeş bîke..serbarê vê çendê bê ku jî alîyekî alîkarî jî bîhêt kirîn karî albumekê derbîxe u nîha kar jî bo albuma Duyem dîke.. dî wê hevpeyvîna xwe di gel kovara (gulan) da behis jî astengîyên hemberî xwe dîke u dibêje:Tu dema mîn huner bî çavkanîya aborî ne dîtîye.
Gulan:Destpêka karê we yê hunerî jî bo kengî vedigere?
Ronî Erez:heza mîn ya hunerî dî bakurê kurdîstan hebu.lê piştî ku hatîm Ewrupa Sala2003Mîn Xwe fêrî Sazê Kir u piştî wê jî Ez çum korsê fêrbuna muzîkê dî almanyayê dî akadimîya Çand u hunera kurdî.. piştî wê jî huner bu karê mîn..
Gulan:jî ber çî album u vidîyo kilîpên we kêmîn?
Ronî Erêz.jî ber ku dî ewropayê da em nîkarîn alîyê aburî yê xwe xurt bîkîn.. huner aburî lazîme ez jî nikarim ji ber lawazîya alîyê aburîya xwe pîr karê hunerî bikim.
Gulan:dema alîyê hunerî ya ne xurte jî ber çî we karê hunerî helbijart?
Ronî Erez:tu dema mîn huner weka çavkanîya aburî ne dîtîye.. jî ber heza min ya huneri.min alîyê hunerî helbijart. Dîbe ku ez jî ber sedemên aburî hin pêş nekivîm jî lê ez tu dema dest jî karê hunerî bernadî u her xebata hunerî didomînim..
Gulan:têxst jî dinivîsînîn?
Ronî Erez:belê dî albuma yekemîn da du awaz u texst ya mîn bî xwe bu u demekê dirêje ku xebata nivîsandina texst u helbestan jî dikim u ji bilî texstê jî heya nîha hîn helbestan mîn çap kîrîye
Gulan:Sponsor u Fîrmaya kurdî Çawa dibînî?
Ronî Erez:Mîxabîn! Dînava me kurdan da rolekê baş na lîze di alîkarî kirîna hunermendan. Hîn hunermend henîn ku dîkarîn pîr berhemên baş pêşkeş bîkîn lê firma piştgirîya wan kesan nake..
Gulan: Sedem çîne?
Ronî Erez:dî sîstema kaptalîzmê da hertîm kesên zengîn jî kesên belengaz nabe alîkar. Jî ber wê jî fîrma sponsorîya albumên sîtranbêjên belengaz nakîn.
Gulan:sîtranbêj u xelk jî gazîndan dîkîn u dibêjîn ku sîtranbêjên nu qîmeta hunera kurdî ne hêştine?
Ronî Erez:Raste. Sedem jî Ewe ku em bîndestin u xwedî dibîstanên hunerî nîne ku hunermend bîkare xwe baş fêrî xebata hunerî bîke bî awakî akadimîk.. jî ber wê jî dema sîtranbêjn nu baş fêrî xebata hunerî nebîn. Wê kengî bîkarîbîn xebata hunerî bî dilê gel pêşkeş bikin.
Gulan:Sedemê derketîna we jî welat çî bu?
Ronî Erez:Min ne dixwest ku werîm ewrupa.lê Mîxabîn!dema17salî bum em neçar man ku derkevîn ji welat u bibin penaber.
Gulan: Ronî bî kurmancî u zazakî jî sîtran gotîye. We li ber nine bi soranî bêjîn?
Ronî Erez:ez pîr dixwazim bi tevaya zaravayê kurdî sîtran bibêjim. Mîn bi kurmanci u zazakî sîtran gotîye u dî projeya mîn da heye ku bî soranî jî sitran bibêjim ji ber wê ji niha hewil didim ku fêrî sorani ji bibim.
Gulan: hun herî zêda hez jî kîjan mevsîmên salê dikîn?
Ronî Erez:ez hemuyan pir hezdikim. Lê herî zêde hez ji mevsîma havîn dikim u hertim dixwazin her ber roj u germîyê.
Gulan:herî zêda jî ewropa anjî kurdîstanê konsêrt jî bo we çêdîbe?
Ronî Erez:hînek cara jî ewropa daxwazî ji bo me tê. Lê li kurdistanê tu daxwazi nayê nizanim sedem çine.
Gulan. Sedem çîne sîtranbêj herî zêda naçîn konsêrtê udîçîn govend u şahîyan?
Ronî Erez: heya nîha konsêrt ne buye kiltur dinava me kurdan da.lê govend u şahî buye kiltur. Jî berku konsêrt tuştekî nuye dinava me kurdan da.

Xelîl Xemgîn: Jî Ber Sedemê Alîyê Aburîyê . Xebata Hunerî Asteng Buye
Hevpeyvîn: Hejar Memuzîny
Hunermendê Roj avayê Krdîstan(Xelîl Xemgîn) Dî hevpeyvînekê taybet Dî gel kovara (Sivîl)da Baldikşîne ser wê yêkê Ku jî ber sedemên alîyê aburîyê re.. xebata hunerî pîr asteng buye ne tanê jî bo mîn belkî jî bo gelek hunermêndên kurd..
Herwîsa Dî wê hevpeyvînê da dibêje:jî bo berhem înana klîpê pîr deman ez bî gumanîm. Jî ber ku klpîyên nîha ku tên çêkîrîn bî rengên pîr dur jî rastîya cîvakê tên nîşandan ..
her dî wê hevpeyvînê da xelîl xuya dîke ku babê wî jî sîtranbêj buye u pîr ketîya bîn bandora babê xwe. lewamjî alîyê hunerî helbîjartîye
Hunermendê navdar Xelîl Xemgîn dî dumahîka hevpeyvînê da dibêje: xurtbuna berxwedana gelê me jî bakur.. dî ser tîrkîyayê ferîz kirîye ku edî nîkare înkarî jî hebuna kurdan bîke u jî ber wê sedemê jî dewleta tîrk hîn gav avêt.. Sedem berxwedan gelê me ye jî bakure..
Çavkanî: Kovara Sivîl