Kurte Jîyana Helbestvanê kurd(Arjen Arî)
Arjen Arî (z. 1956 li gundê Çalê, Nisêbîn - m. 30'ê kewçêrê, 2012 li Amedê) nivîskar û helbestvanekî kurd e.
Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Mehsertê, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê beşazimanê tirkî qedand. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsê de ma. Ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel ku weke cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.
Malikek jê ev bû:
Du mirin kirin mahne,
rakirin ling Nisêbînê
Xewa sibê bela kirin,
avêtin nav tirs û xwînê.
Her wisa, beriya 12'ê îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stranî dihatin gotin. Wek:
Tewrik tewrik tewriko, tevriko
Ber tayê pembû xweş biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Anjî:
Roja pala erzan e
Kufletê mal girina
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Piştî 12'ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992'an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.
Helbestvan Arjen Arî ku demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê (kanserê) li nexweşxaneyê dihate dermankirin di 30'ê kewçêra 2012'an de li Amedê çû ser dilovaniya xwe.
Çavkanî:Arjen Arî (2010). Bîhoka li pişt sînor. Avesta.-Kovara W, 32 (2010).http://ku.wikipedia.org/wiki/Arjen_Ar%C3%AE

Jîyana Roşenbîr u Sîyasetmedarê Kurd(Celadet Alî Bedirxan)
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasîn. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitiye û li surgûn û nefiyê kovarên Hawar û Ronahî weşandiye. Xebatên Celadet bûn bingeha edebiyata Kurmancî ya hemdem. Di jiyana xwe ya siyasî da, Celadet beşdarî gelek çalakiyên neteweperwerane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezrînerên wê bû. Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê ve hate surgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokayetiya Mistefa Kemal Ataturk bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoraya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: Ingilîzî, Fransî, Almanî, Tirkî, Farisî, Erebî, Yunanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Nifşa sêyem a Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20ê da bi Celadet, Kamûran û Rewşen Bedirxan ve destpêdike û xeleka vê malbata serhildêr ya dawiyê ye. Bêguman di xeleka dawin a Bedirxaniyan da Celadet Bedirxan cîhê heri giring digre. Celadet Alî Bedirxan an jî bi navekê din Mîr Celadet li 26ê Nîsana sala 1893ê li Stenbolê hate dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Alî Bedirxan e ku ew jî yek ji kurên Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bû, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî li wan salan da di nav tevgera Kurdan da jî cihekê giring digirt.
Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanî biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo gihandina zarokên xwe bi çand û zimanê Kurdî ji Kurdistanê çîrokbêj dengbêj û mamostayên ziman û qerwaşan dianîn. Yek ji wan nivîskaran jî Helbestvanê navdarê Kurd Hecî Qadirê Koyî bû ku ew mamosteyê serekiyê zarokên Emîn Elî Bedirxan bû.
Celadet tevî xuşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî ji Stenbolê bi malbatên li sirgûnê yên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re jî hevalbendî dikir.
Osmaniyan li malbata Bedirxan gumanan dikirin. Lewma karê fermî didan ber wan û her tim cihê wan diguherandin. Celadet di zaroktiya xwe de tevî bavê xwe di van sirgûnan da derbas kir û li bajarên wekî Stenbol, Isparta , Edirne , Konya, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriya.
Di 18 saliya xwe da Celadet li Stenbolê dest bi dibistana Medresaya Harbiyê dike. Di salên Şerê cihanî yê yekê da ew wekî mamosteyê gihanidina zabitan xebitî û di ser da li eniya Qefqasê li dijî Rûsan şer kir.
Piştî ku di encama şer da Imparatoriya Osmanî têkçû, û di nav welatparêzên Kurd da pêvajoya rêxistinê destpêkir, Celadet li Stenbolê ket nav karên siyasî û bû yek ji hîmdarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezrandina dewleteka Kurdî bûn.
Piştî şer dewletên serkeftî yên wekî Brîtanyayê li Kurdistanê ketin hin hewldanan. Celadet li sala 1919ê tevî birayê xwe Kamûran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfq çû Kurdistanê. Li cem wan Zabitên Siyasî yên Brîtanî Major Noel jî hebû. Armanca wan amadekariyên Peymana Sewrê bû.
Kemalîstan ku ji gera Celadet û hevalên wî haydar bûn suwar şandin ser wan û ew mecbûr kirin bizivirin. Celadet di vê gera xwe da heta Meletiyê li Kurdistanê geriya û li ser rewşa welat serwext bû.
Di encamê da, li Sewrê, di bin çavdêriya berdevkê Kurdan Şerîf Paşa , hin mafên netewî hatin nîşankirin. Celadet di vê gera xwe ya Kurdistanê da di nav eşîran da gelek metelok, peyv û çîrok jî kom kirin. Li sala l922ê, dema Kemalîst hatin ser hukmî û Stenbol bidestxist, ji bo serokên Kurdan ku di nav wan da Bedirxanî jî hebûn, fermana mirinê derçû. Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamûran, Safter Tewfîq û birazayê xwe Heqî ve li sala 1923ê berê xwe da Almanyayê û li wir dest bi xwendina li zaningehê kir. Li sala 1925ê, dema li bakûrê Kurdistanê serhildana Şêx Seîdê Pîran destpêkir, Celadet ji bo tevlîbûna serhildanê bi dizî hate Kurdistanê. Lê heta ku ew giha welat serhildan hatibû şikestin. Ew careka din bi alîkariya eşîrên koçer ji Kurdistanê derket û zivirî Almanyayê.
Di vê navberê da, birayê wî yê biçûk Safter li Almanyayê ji ber nexweşiyê mir. Birayê wî yê din Tewfiq jî zivirî Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe kir Çinar û ket xizmeta Tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxanî jî di vê demê da ji aliyê Mistefa Kemalî ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanî hatiye derxistin.
Kamûran piştî hatina Celadetî li Almanyayê ma û doktoraya xwe ya hiqûqê dawî kir.
Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû. Di van rojan da, li Sûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.
Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, li 5ê Îlona sala 1927ê li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêkanî. Di nav damezrênerên Xoybûnê da ji bilî Celadetî rewşenbîrên wekî Dr. Nurî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Bêgê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî yên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahin Begê Berazî, Bedredinê Hebizbinî û gelekên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Araratê li herêma sinorê binxetê têkevin nav hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên Kurd êriş birin ser qereqolên Tirkan.
Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.
Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî Sûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. Sûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin.
Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina Kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da.
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina elfûbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gihişt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li Sûriyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, li 15ê Gulana 1932ê hejmara yekê ya Hawarê gihand xwendevanan. Armanca Mîr Celadet ewe bu ku alfebeya Kurdî latînî bi vê kovarê li seranserê Kurdistanê belav bike. Mîr Celadet li kovara Hawarê de jî diyar kiriye ku ji bo yekxistina alfabeya kurdî çendîn name ji bo Tewfîq Wehbî nivîsandine, lê mixabin tu bersîv wernegirtiye. Ji ber wê yekê jî li kovara Hawarê de dest bi nivîsandina zaravayê Soranî (latînî) kiriye.
Her li wê salê kitêba xwe ya gramerê a bi navê Rêzimana Elfabê ya Kurdî çap kir.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeka nebaş da dijiya. Kemalistan li Tirkiyê dest dabû ser hemî mal û mulkê malbata wan. Celadet ji ber sedemên aborî mecbûr ma ku mamostetiya zimanê Fransî û parêzeriyê bike.
Ew li kolana Salihiye di odeyekê da dima. Ev ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razanê jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din derfetekê bibîne ku bikare biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Malbata Eliyê Yûnis jî hate tefandin, wî fahmkir ku di paşeroja nêz da ew derfet çênabe.
Ji bo vê yekê wî biryara zewacê girt û li sala 1935ê li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê ra zewicî. Rewşen xanimê wê demê mamosteyî dikir.
Di zewaca wan da bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha, kurekê wan bi navê Safter jî hîn di yeksaliya xwe da miribû. Keça Rewşenxanê ya ji şûyê (mêrê) wê yê yekê bi navê Useyma bû li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê doktorî xwend û li sala 1999ê çû ser dilovaniya xwe. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurd û Evîn hene. Kurd li Almanyayê doktorî qedandiye û niha jî li wir karê xwe didomîne. Evîn jî çalakvaneka civakiye û ew jî niha li Almanyayê dijî.
Her wiha, keça wan Sînemxan niha tevî malbata xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî. Sînemxan li gel nivîskar û endezyarê neftê Salah Sadallah(Nivîskarekî Kurde û nêzîkî 25 berhemên wî hene) jiyana hevjîniyê pêkaniye û wê jî du zarokên bi Navê Dilnaz û Azad heye. Dilnaz li Zanîngeha Sorbuna Fransa beşa wergeriyê qedandiye û niha jî li gel zarokên xwe (Ciwan, Mîro, Alan) li Parîsê dijî. Azad Endezyarê Elektrikêye û wî jî kurek bi navê Alan heye. Ew jî niha li Qatarê dijî. Sînemxan Bedirxan hewl dide hemû berhemên Bedirxaniyan kom bike û ji nû ve çap bike. Heta niha nêzîkî bîst û pênc berhemên Bedirxaniyan û berhemên hevjîna xwe Salah Sadallah çap kiriye. Niha bernameya wê ya herî girîng amadekirina Ansiklopediya Bedirxan e ku îsal 15.05.2011 li roja derxistina kovara Hawarê amadekariyên Ansîklopediya Bedirxan hate ragihandin. Armanca vê Ansîklopediyayê ewe ku hemû berhemên Bedirxaniyan li nav vê ansîklopediyayê kom bike û pêşkêşî xwendevanên Kurdî bike. Useyma jî niha tevî malbata xwe(sê keç Şîrîn, Nesrîn, Ruşen) li Beyruta Lubnanê dijîn. Bi destpêka Şerê Cîhanî zextên siyasiyên li ser rewşenbîrên Kurd li Sûriyê careka din destpêkir. Dewleta Fransî di nav salên 1943ê û 46ê da bi zorê rûniştina li Şamê li ser Celadet ferzkir. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Ev bi zorê rûniştina li Şamê ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî heta 1948ê hate domandin. Piştî destpêka Şerê Cîhanî yê Duyê Celadet dest bi karên rojnamevaniyê kir û li sala 1942ê li Şamê Kovara Ronahî weşand.
Pênç hejmarên Ronahiyê yên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanî bûn. Di demên paşîn da jî êdi Ronahî kovareka xwerû Kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda Kurd hatibû xemilandin. Piştî ku li sala 1943ê Hawar hate rawestandin jî, Mîr Celadet giranî da ser Ronahiyê.
Hingê birayê wî, Kamûran, jî li Lubnanê kovareka Kurdî-Fransî bi navê Roja Nû derdixist. Serpêhatiya_kovara Ronahî jî heta sala 1945 ê ajot.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî da ji bilî xebatên kovar derxistinê gelek kitêb jî nivîsîn. Her wiha, ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên Kurdî û yên zimanên din da jî nivîsiye. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet li sala 1950ê li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê bû, dest bi karê çandinê kir. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.
Her çende gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û wan dixwest alîkariya wî bikin jî, wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana pembûyê zeviyên ku diajot bîreka mezin kola. Di nameyên ku ji malbata xwe ra dinivisîne navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê.
Mîr Celadet li 15'ê Tîrmeha sala 1951ê li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û termê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxanî, li Goristana Mewlana Xalidê Nexşebendî li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin.
Li van salên dawî de hinek nûçe derdikevin ku qaşo Celadet Bedirxan ji aliyê dezgehê hewalgiriya(îstîxbarata) dewleta Suriye ve hatiye kuştin. Lê belê heta niha tu belgeyek di vî derbarî de tûneye û zarokên Mîr Celadet (Sînemxan û Useyma Bedirxan) jî di vî derbarî de didin zanîn ku ev nûçe bê bingehin û ji gote gotan pêkhatiye.
Têbînî: Ev jiyanname ji aliyê Sînemxan Celadet Bedirxan ve hatiye serrastkirin.(17.07.2011)
http://ku.wikipedia.org/wiki/Celadet_Al%C3%AE_Bedirxan
Jîyana hunermend Ayşê Şan
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mıjdara sala 1938'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezına Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de teisîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çımki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbıketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dıkır. Ev e´detê qenc bı hezaran sale ku hê ji dı nava Kurdan de dıdome û bı taybet ji gıregırên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebyata şifahî(devki)ya Kıurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayıka Eyşe Şanê Heciye Xanımê ji carna bı lorikên ku jı wê re dıxwindın, rıha wê ya teji hest û hıssên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.
Dema ku dengbêjên Kurd dı mala bavê Eyse Sanê de lı dora hev dıcıviyan Eyşe Şanê jî jı wan çaxên bi qîmet mıfa werdıgırt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bı deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Dı vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mın bı zıman bûna ku jı were behsa wan roj û şevan bıkırana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
Sala 1958’an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cima’eta Kurdan dike.
Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana Kurdî ye û lı her derê dı nava kom û cıvatên xwebıxwe de bı lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe dıafırine.
Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şeri’eta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema jı bavê Eyşe Şanê tê xwestın ku çend stranên xwe lı kompaniyekê tomar bıke, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û kultura paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dıxwaze ew ji bı dengê xwe jı cıvata xwe re xızmetekê bıde meşandın.
Bûyerek tal di jiyna Eyse Sanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Sewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li E´ntabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyse Sanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê E´ntabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana E´lî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya E´ntabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Istembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bı dengê xwe yê xweş dıkari bıbe xwediyê hertışti û pır dewlemend bıbe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkırınê, mafê wê nedıdanê û ew hertim feqir û bêkes bû. Bı salan keda wê hat xwarın, jı bona wê ji Eyşe Şanê jı ber vê bêe´daletiyê gelek xem dikişandin. Jı aliyekê dın ew bı vê heqiqetê ji hesıyabû ku sistema cumûreyta Tırkiyê hebûna Kurd û Kurdıstanê inkar dıken û zımanê Kurdi ji qedexeye û dema ew lı gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 mılyon Kurdên bakurê Kurdıstanê bê xwarın û pêpestkırın.
Naveroka stranên Eyşe Şanê Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:
1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bı sedan sale sıng bı sıng jı aliyê dengbêjên Kurd ve hatıne gotın û parastın û samanek netewi û diroki tên hesıbandın. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên dın.
2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mırov dıkare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jıyana Eyşe Şanê ne.
Jı wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku lı ser paşverotiya a´det û o´rfên cıvaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkırına şexsiyeta jınên Kurd hatiye gotın, bala mirovan pir dıkişine ser xwe. Herwıha strana (Qederê Yar) ku lı ser jıyan û bextreşiyên xwe yên dı cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.
Eyse Sanê strana ( Xerîbim Dayê ) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.
3_ Pışti sala 1990’an ku agırê şoreş û serhıldanên netewi li bakurê Kurdıstanê berfırawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya jı bo Kurdıstanê ku bı salan jı alıyê Kemalistan ve hatıbû serkutkırın, ji nûve geş û gor bûn. Jı bona wê ji Eyşe Şanê bı dengê xwe yê hertın xweş bûyerên sıyasi ji ku dı cıvata wê de dıqewmin anin zıman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindıne bı pırani behsa wêrankırına gund û bajarên Kurdıstanê û qetılamên ku dagırkerên Kurdıstanê pêkanine dıke û bı vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya jı doza welatê xwe re dıde dıyar kırın.
Stranên Werın werın Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir lı ser bûyerên Kurdıstanê hatine strin.
Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê dı wan salên reş de ku sıyaseta asimilasyona Tırkan her dera Kurdıstanê gırtıbû bın bandora xwe û zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê Kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek jı bo tenahiya dılbırindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.
Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.
Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên Kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên Kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana Kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nıfşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.
Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nıfşparêz û inkarkar nebe û bı rasti ji xanıma Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.
Eyşana Kurd li sala 1972’an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztır bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgînîyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.
Sala 1979’an Eyşe Şan ku bı salan bı hesreta ditına başûrê Kurdıstanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bı germi jı aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdıstanê hat pêşwazi kırın. Lı Bexda, Dıhuk, Kerkûk û Hewlêrê bı hunermendên mina M. Arıfê Cıziri, İsa Berwari, Gulbıhar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên dın re derket ser sehnê û bı hevre konsert pêşkêşi gel kırın. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mızori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:’’ Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.
Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.
Ji sala 1979’an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991’an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Be’isiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên mûzîka Kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dılsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:
Werin werin PêşmergeneDerd giranin bêçaraneEw xerib Kurmancê mene…ax Ev Dihoke, ev MusileZalim Seddam li me hu kirZar û zêçê me belakirEw qatil fermanê rakir …ax Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.
Eyşe Şanê gelek stran tomar kırıne ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.
stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.
Eyşe Şanê dı jıyana xwe de jı ber paşverotiya cıvaki û zordariya dagırkerên Kurdıstanê qet xweşi neditin û hertım jı bo bêşansi û êşa gırana jıyana xwe stran dıxwindın. Dema Heciye Xanıma dayıka Eyşe Şanê li Diyarbekirê dımıre, ew jı tırsa bıra û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nıkare dayıka xwe bıbine û vi derdê xwe wıha tine zıman:
Dayıkê qorban ava çemê Dıyarbekır iro dıherıke leme leme e e e
Daykê qorban pêl lı pêlê dıxe davê ser keleme
Wele iro dayıka mın nexweşe waya mın tunine
Hêsırê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê dıherıke, nasekıne
Heywax dayê xeribım dayê, hey wax dayê neminım dayê, Heywax dayê bêkesım dayê, bê te kesê mın nemaye lı vê dunyayê dayê ez bımırım dayê…
Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.
Ew hertım bı tenê bû û dı nava xembari û xemginıyek bêdawi de jı nava me koçkır. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.
Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û...
Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênımune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.
Eyşe Şan xanımek rewşenbir û welatperwer bû û baş bı derdê bındestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Jı bona wê ji hertim wıha digot:
‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’
Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hınek hunermendên bêhelwest jı bona pere û malê dınyayê huner û kesayetıya xwe ya netewi bıfıroştana, bêgoman ewê dı rewşek baştır de bıjiya.
Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.
Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18’ê Kanuna sala 1996’an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir ,bı nexweşiya kanser(şirpenc)ê li nexweşxaneya bajarê Izmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.
Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên dın jı nıfşê pişti xwe re bû xwindıngehek dewlemend û dı roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kılamên wê dıxwinın
Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.
Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18’ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.
1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye.
2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye.
http://ku.wikipedia.org/wiki/Ay%C5%9Fe_%C5%9Ean

Jîyanama Hunermendê Deng Resen(Murat Bektaş)
Murat Bektaş di sala 25.07.1965 de li Amed ê hatiye cîhanê. Bi eslê xwe ji Merdîn ê, gundê Bafawa girêdayî navça [stewrê|(savur] Dema tê ru dinyayê herdu çavên wî nabînin. Murat Bektaş hîn zarok buye, di 7-8 saliya xweda fêrî temburê dibe.
Ew 5 biranê. Murat tev û 2 birayên xwe, di sala 1974 da ji xwera komek avadikin û derdikevin dawet û şahiyan. Bi dengê xwe û bi hunera xwe di demek kin de nav û dengê Murat li welat belavdibe.
Evîna wî ya li ser Huner bi Temburê destpêdike, Tembur jêra dibe dost dibe heval dibe evîndarek mezin tucar ji hev naqetin heya roja mirinê. Murat piştî fêrbuna temburê xwe di warê Hunerî da, gerek bi dengê xwe gerek bi pisporiya xwe gelek pêşve dixe.
Her çiqas herdu çavên wî nebînin jî dilê wî weka çemê dîjle diherike, ji bêhtirê temburê (saz), enstrûmanên wek Ud,Mandolina û dudik lêdixe. Di warê hunerî da gelek xebatên balkêş dike, di xizmeta hunera kurdî de bi salan dixebite.
Bi stranên gelerî û folklorik berhemên profesyonel pêşkeşî guhdarvanan dike. Bi taybetî bi strana Oy Felek nav û dengê wî li hemû deverên Kurdistanê belav dibe.
Murat Bektaş dîsa di salên 92-93 an de bi bilindbuna tekoşîna gelê Kurd, di warê hunerî da cîhê xwe digre. Dîsa di wan salan de bi proje yên balkêş gelek berhemên giranbuha pêşgeşî gelê Kurd dike. Murat tev Hunermendên hevalê xwe Hozan Fatê, Şehrîbana Kurdî du berheman tomar dike. Ew herdû berhem ji stranên Folklorik tê avakirin, ji aliyê gelê Kurd gelek tên ecibandin û bi salan tên guhdarkirin. Murat di sala 2000 de dema ji konserek dizîvire bi qezaya tirafîkê jiyana xwe ji dest dide. Li du xwe berhemên xwe yên bi dengê xwe yî zelal, jina xwe û herdu zarokên xwe dihêle. Gelê Kurd dema Hunermendên wan li jiyanê ne, tucar bi giranî lê xwedî dernakevin. Murad jî yek ji wan hunermendane. Herdem dengê wî li cîhanê dijî. Sala 2006 alîyê Hollywood Music Center Albûma Murat U fatê ser navê 'Kurdistan - Traditional Kurdish Dance Songs' bigerdûnî hat weşandin.
Murat Bektaş: Ew bi fizîkî ji nav me çû lê dengê wî û hunera wî li jiyanê, li jiyana baqî mane. Xwarzî yê hunermendê me yî nemir û ciwanekî şoreb ji nava stranbêjên me de ku hêvî bilind kirîye, Serdar Bektaş, wê karên studio di Baran Muzîk yapim ê da berdewam bike.
http://ku.wikipedia.org/wiki/Murat_Bekta%C5%9F

Jîyanama Bulbulê Farqînê Şîyar Farqînî
Mem u zîn-Mahmut BEĞİK
ŞİYARÊ FARQÎNÎ = (CELAL SARIKAYA) 1953 - 22 Nîsan 2001
Navê Şiyar yê eslî bi fermî Celal Sarıkaya ye. Di sala 1953 an de, li bajarê Farqînê ku yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê ye, hatiye dinyayê. Farqîn bajarek navenda ilm û zanînê ye. Li gora navê xwe jî gelek kesên alim, rewşenbîr û zanayên Kurda, di hembêza xwe de mezin kiriye û gihîştandiye ku yek ji wana jî hozan Şiyar e.
Şiyar, dengbêj, stranbêj û hozanvan e. Stranên gelêrî gotiye. Kilamên heyî gotiye. Ew bi xwe nivîsandiye, besta ji wan re çêkiriye û gotiye. Di heman demê de yên enternasyonalî ku hatine wergerandin bo zimanê Kurdî, hinek ji wana yekem car ew gotiye.
Xwendina xwe ya seretayî di dibistana heremî ya Farqînê de xwendiye. Xwendina navendî û ya lîseyê (bakelorya) jî li Farqînê xwendiye. Xwendina wî bi temamî 11 sal in.
Dema di dewra xwendina xwe ya seretayî de bû, ji helbestan hezdikir û xweş dixwend. Ji amûran, pêşî li dembûrqê dixist. Paşî li cumbuş û sazê dixist. Lê bi piranî amûra destê wî cumbuş bû. Di dema xwendina di dibistana seretayî de, zimanê Kurdî qedexe bû. Lê tevî lêdan û cezakirinê jî kes guhdarî nedikir û herkes bi Kurdî xeber dida. Ez bi xwe ji Şiyar biçûktir bûm û di heman dibistanê de, me bi hev re dixwend. Şiyar jî yek ji wan kesan bû ku tim bi Kurdî diaxifî.
Şiyar, di sala 1973 an de, di 20 saliya xwe de, bi hevala xwe ya ku di dibistana seretayî de bi hevre dixwendin, bi Sabahat Xan re dizewice. Sabahata hevjîna wî, di folklora Kurdî de gelek baş e û di her warî de alîkariya Şiyar dike. Bi taybetî di maqambêjî û stranbêjiya kevin de. Ji zewaca wan 5 kur û 1 keç bo wan çêdibin:
1- Cîhan (1974) 2- Azad (1975) 3- Evîn (1977), 4- Şiyar (1978) 5- Ferîd (1980) 6- Egîd (1990).
Şiyar, bi fermî xebata xwe ya ewilî li Şûbeya Eskeriyê li Farqînê dike. Memûrê dewletê ye. Mixabin karê wî û hunera wî ya Kurdî li dij hev e. Dewlet, li ser stranbêjiya wî ya di zimanê Kurdî de, ew sirgûn dike û Şiyar jî tercîha xwe bi dengbêjiya xwe dike û dev ji xebata fermî berdide. Ji bo debara xwe bike studyoyek bi navê '' Studyo Ferîd '' li Farqînê vedike da bikaribe debara mala xwe bike. Paşî, demekê di Tekela Titûnê de ya ku li Farqînê ye dixebite. Ev xebat piştî 12 Êlûna 1980 ye. Serokê sendîkaya Tekelê rehmetî Ekrem Salik bû û hevalê me û Şiyar bû. Ekrem, Şiyar xistibû Tekelê lê zêde nema, esker pê da ser rêvebirên Tekelê û Şiyar ji kar hat derxistin. Demek jî di Belediya Farqînê de dixebite. Lê mixabin dewlet rihetiyê nade wî û dev ji karê Belediyê jî berdide.
Şiyar di heman demê de govendgêriyekî zahf baş bû jî. Berê di govend û şahiyan de, gewende (mirtib) li def û zirnê dixistin. Û kesên weka Şiyar ku di dawet û şahiyan de li saz didan, gelo di mabeyna her du cureyan de, dijberiyek hebû an na? Li ser vê mijarê min ji Selaheddîn Ezîz pirsî. Ew bi aşkerayî bersiva min da:
'' Na. Tu dijberî di mabeyna wan de tunebû û ji hev hezdikirin. Mesela Sidîq hebû ku bi malbatî li def û zirnê dixistin. Mirtib bû. Welatparêzek baş bû. Hetta di kaseta Şiyar ya ewilî de, ji Şiyar re li zirnê dida. Her du alî jî rengên civaka Kurdî bûn.''
Dema Kek Selaheddîn behsa vê meselê kir, bi rastî jî hat bîra min ku ji bo kaseta Şiyar li def û zirnê dixistin. Heta di kaseta wî ya yekem de, li ser daxwaza wî, pêşkêşvaniya kaseta wî min bi xwe kiribû.
Şiyar diçû dawet û şahiyan. Pereyek kêm ji xwediyên dawetan distand. Bi qederê ku îdara xwe û hevalên xwe yê taxima xwe bike. Bazara pera nedikir. Tenê bi Kurdî bigota bo wî bes bû. Dema dawet li gunda çêdibûn, ew ji ber ku elektrîk li gunda nebû, ji akuyên traktoran, elektrîkê peyda dikir û digot. Ew, gundiya weka bingeha civata Kurd qebûl dikir. Di vê babetê de kilamên ku ew bi xwe çêkiriye hene. Her wekî kilama:
'' Xweşiya welat gundiyên me ne'' , yek ji wan e.
Di wan deman de piraniya Kurda ji sedî 65-70 li gunda jiyana xwe dewam dikirin. Di bizava azadiyê de jî gundî hêza esasî bûn. Şiyar gelek qedrê wan digirt.
Piştî 12 Êlûna sala 1980 yan kilamgotina bi Kurdî qedexe bû. Şiyar diçû daweta lê nedistra. Digot heya Kurdî serbest nebe, kilaman nabêjim. Hevalên pêre bi Tirkî û kêm caran bi Kurdî digotin. Lê ev rewşa ha li xweşa wî nediçû. Di wê demê de ez bi xwe li Diyarbekir dimam. Roja daweta birayê min hat. Min Şiyar, Hesen Şerîf, Dilşiyar dawetî daweta birayê xwe kir. Min jibîr kiribû ku gazî Edanan Sevik bikim. Lê dema Ednan daweta birayê min Hamid bihîst, ew bi xwe hat dawetê. Bi rastî ez şermî bûm li hember wî. Baş tê bîra min, min Hesen Şerîf derxist ser dikê. Hesen got ku ew bi xwe bi Tirkî nizane. Rast e Hesen Kurdê Başûr bû. Min ji Hesen re got ma kî ji te Tirkî xwestiye? Bi Kurdî biqîre. Hesen bi Kurdî dest pêkir.
Di wê şeva daweta birayê min de, dîlan serapê bi Kurdî bû. Rehmetî Şiyar gelek bi kêf bû û ew 8 sal bû bi Kurdî sererast negotibû. Ew şev, dilê xwe û me teva rihet kir. Heta dema min wan verêkir ser oxura wan, min xwest pere bidim wî lê xwe xeyîdand. Pera nedigirt ji ber ku ev yekem car bû dawetek bi Kurdî çêbûbû. Min tenê karibû perê dolmûşa wan bidim bê ku Şiyar dengê xwe bike. Hemû dengbêj û sazbendên dawetê, çi kes ji me pere nesitend.
Di sala 1985 an de Şiyar girtin. Di wan rojan de hêzên ewlekariyê li bavê min digeriyan. Di şûna bavê min de min û birayê min girtin. Me birin binçavgehê. Dema em çûn, rehemetî Şiyar jî li wir bû. Lê ew tiştek nedigot. Heta di girtineka wî ya din de ew û Selaheddîn Ezîz bi hevre ne. Li gora ku Selaheddîn dibêje; tenê rismekî Yılmaz Güney di mala Şiyar de girtine û dixwazin navê Şiyar û kasetên wî yên Kurdî li serê bikin mal da wî ceza bikin. Lê Şiyar qebûl nake. 87 roj li ser betonê radizê. Digel ku qebûl nake jî, 11 meh di zîndanê de dimîne û car din dertê derve.
Li gora ku Selaheddîn Ezîz dibêje, di dema binçav de ye, melayek Kurd jî bi wan re ye. Melayê Kurd, di zîndanê de, helbesta Seyda Tîrêj ya bi navê ''Dilê Nermîn'' jê re dibêje. Li ser daxwaza wî melayî dema Şiyar dertê derve, di kasetek xwe de ew stranê dixweyne. Li ser wê helbesta Seyda Tîrêj, gelek êrîş tên ser Şiyar. Êrîş ji aliyên paşverûyan ve tê. Lê Şiyar guh nade wan.
Di salên 1990 ande, halê herema Kurdistanê gelek nexweş bû. Ji aliyek ve dewlet û ji aliyê din ve grûbên ku ji aliyê dewletên ve dihatin îdarekirin, her roj û şev êrîşan dibirin ser Kurdan. Di wan deman de, tenê li Farqînê, behsa kuştina 1260 kesan tê kirin. Du cara mala Şiyar tê gulebarankirin. Çara Şiyar namîne. Berê xwe dide İstenbolê da here derveyê welat. Di wan deman de Selaheddîn Ezîz jî reviyaye İstenbolê. Her du li wir hev dibînin. Kek Selaheddîn, ji min re behsa wan rojan weha kir:
'' Şiyar got vaye ez diçim İsweçê lê wê cenazê min ji wir were. Ji ber ku em bi xelkê hene û bê xelkê em ê biqedin. Wê bi balafirê biçûya.Me xatir ji hev xwest û ez jê veqetiyam. Ez giriyam. Li zora min diçû. Aboriya wî û rewşa ewlekariya wî xerab bû. Ya me teva xerab bû. 2 roj paşî gihîşt İsweçê.''
Li gora ku kurê Şiyar, Cîhan ji min re got, malbat du sal paşî, yanî di sala 1995 ande diçe İsweçê. Li İsweç gelek heval alîkariya wî dikin. Lê welatek nuh, kulturek nuh û milletek nuh. Ev, jê re xerîb dihatin. Îmkan jî gelek baştirbûn lê mêjiyê wî ne rihet bû. Li wir jî diçû daweta, şeva û şahiya. Carna derdiket Roj an Medya Tv yê.
Ez di sala 1998 an de çûbûm İsweçê. Bajarê ku ez çûmê 5 siet ji Stockholmê dûrbû. Ez mêvanê Kurdên Başûrî bûm. Min telefona Şiyar kir. Min jê re got ku ez li İsweçê me û dema ez werim Stockholmê ez ê werim te bibînim. Mixabin dema ez hatim Stockholmê wext nînbû da ez wî bibînim. Lê piştî ez ji İsweçê dageriyam, rojek Ferîd Salık ji İsweçê hat Amedê. Min pirsa Şiyar jê kir. Ferîd, behsa telefona min û Şiyar kir. Şiyar jê re behsa axaftina me ya bi riya telefonê kiribû. Lê Şiyar wisa texmîn kiribû ku min henekan kiriye. Dilê min hebû ku ez car din herim İsweçê û Şiyar û hinek hevalên din jî bibînim lê mixabin, riya min bi wir neket.
Şiyar bi nexweşiya seretanê-pençeşêrê (kanser) dikeve û mixabin di 22 Nîsana 2001 ande, li İsweçê diçe ber rehma Xwedê. Ez nizanim çend roj di pey wefata wî de cenazeyê Şiyar tînin balafirgeha Amedê û ji wir jî dibin Farqînê. Cenaze gelek qelebalix e. Wî li Goristana Şêxelîlê defin dikin. Di wan rojan de ez bi xwe ne li Amedê bûm. Mixabin ji mersima cenaze, foto an dîmen nemane. Li gor ku kurê wî Cîhan ji min re got, hêzên ewlekariyê dest datînin ser hemûyan.
Şiyar li pey xwe gelek şagirtan hişt. Ez baş nizanim lê belkî Cewad Merwanî yek ji wan e. Lê ez baş dizanim Rêzan (Ahmed), Kenan Öncü, Cotyar hemû şagirtên wî ne. Rehmetî Salih Dalgın bi xwe jî li ber destê wî fêr bû. Di serî de, di heman tîmê de bûn lê paşî ji ber sedemên siyasî ji hev veqetiyan. Ma ew siyaseta gemar ya enternasyonalî ya wê demê, kî ji hev neveqetandiye?
Berhemên Şiyar:
Li gor kurê wî Cîhan, ku ji min re got 7 kasetên wî hene ku tomar bûne:
1-Bîranîna Ferîd Uzun 2-Stranên Şoreşgerî 3-Ku de Diçî Lawo? 4-Dayê Welat Şîrîn e 5-Şîrîna Min 6-Sazbendo 7-Hey Gidî Hawar e ye.
Di nava stranên wî de, 2 ji wan werger in. Yek ji wan '' Merşa (sirûda) Karkirên Awûstûryayê'' ye. Ya din jî '' Yek Gulan'' e ku ew jî sirûda karkirên dinyayê ye. Ev her du jî, ji aliyê min û mamoste Kutbi Yuksel de hatine wergerandin. Lê ji zimanê Tirkî bo Kurdî.
Piraniya stranên wî, yên wî ne. Ji Mihemed Şêxo jî gelek stranan xwendiye. Gelek kilamên folklorîk jî gotiye ji ber ku diçû dawet û şahiyan.