Her roj10mîlyar dolar zirar pêk tê
Bagera Sandy a ku li peravên rojhilatê Amerîka pêk tê, her roj 10 mîlyar dolar zirarê digihîne aboriya Amerîkayê. Tê texmîn kirin ku Bagera Sandy, 60 mîlyon kesî têxîne bin bandora xwe.
Bagera Sandy gihaşte New Yorka Amerîkayê. Tê texmîn kirin ku, bagera Sandy, 60 mîlyon mirovî têxîne nav bandora xwe. Bager, aboriya Amerîkayê jî tehdît dike. Her roj 10 mîlyar dolar, zirarê dide aboriya Amerîkayê. Di serî de rêyên ezmanî, gellek sektor, ji bagera Sandy zirarê dibînin. Texmîn ev e ku, zirara Sandy a li ser aboriya Amerîkayê 100 mîlyar dolarî derbas bike. Heta niha 14 hezar seferên rêyên ezmanî hatine betal kirin. Dîsa ji ber bagera Sandy, borsaya Amerîkayê jî 2 roja girtî ma. Heta niha 45 kesa bi sedema bagera Sandy li Amerîkayê can dane.
Ç:Avêstakurd

Sê pirtûkên nu yên Mihemedê seyîd husên derketin
Hewlêr (Rûdaw) - Sê pirtûkên nû yên Mihemedê Seyid Husên çapa yekemîn 2012 an derçûn, û navnîşanên her sê pirtûkan ev in:
1- Berhevoka (welat bihuşta min e) deqên wêjeyî di hîletê ristesaziya helbesta nûjen de hatine nivîsandin.
2- Ziman û navdar. Kevneşop cî û war. Helkeft û tekoşiyar. Ji çar beşan hatiye behevkirin: beşê ziman, beşê wergerandina kevneşopên Arkolocî ye, beşê wêjenivîsyar û tekoşerên Kurd yên ku koçberî dilovaniya Xwedê bûne û beşê çandî, helkeft û pîrozbahiya ne.
3- Dengvedana rasteqînê…gotarên siyasî û rexneyî ne
Weşanên pêşdemî yên 2010 an
Herwiha di sala 2010 an de pênc pirtûkên Mihemedê Seyid Husên hatine weşandin, lê mixabin ji ber derfetên kêmpeyda negihane ber destên hemî xwendevanên xoşewîst yên zimanê kurdî. û navnîşanên wan evên jêrgotî ne.
1- Kurdistan helbesta mine di deqên wêjeyî de hatiye berhevkirin.
2- Berhemên giştî pênc berhevokên wêjeyî di naveroka xwe de hiltîne, û navnîşanên wan jî evin.
- Kê destane sorkirine.
- Gernejîna Rokê.
- Awazên evînê.
- Halana Qamişlo.
- Şeva dirêj.
3- Şevçiraxên çarmedor… gotarên siyasî û rexneyî ne.
4- Payîzxêra hêsiran…. Kurteçîrokin.
5- Tava mirinê…serpêhatiya Qamişlo ya Avdara 2004 a ne.

Zagros bê sponser rengîn kilîp kir
Mem U Zîn: Hejar
Sitranbêj yê ciwan Zagros jabar yêkemîn Sitranê xwe binavê(Rengîn) Kilîp Kir u Dixwaze di demekî kinde belav bike
Sitranbêj Zagros jabar di daxuyanîyekê taybet da Bı malperê( mem U Zîn) re Ragihand:li ser hisabê xwe u bê sponser Sitrana Rengîn li bajarê (rotterdam) Kilîp Kir U dixwaze di demekê kinde Belav bike
Zagros got:Sitrana rengîn êkem sitrana mine ku min berhem anîye. Texst yê bavê mine u awaz jî ya mine u karê muzîkê jî li alîyê sitranbêj(bafêl serheng) re hatîye kirin.
Ji mereqekê peykerçêkerek derket!
Hesekê - Kurdê bi navê Mehemed Îbrahîm, dema rojekê ji cihê karê xwe diçe destavê, kevirekê ku dişibîne serê mirovan dibîne û bi vî kevirî dest bi çêkirina peykeran kir. Îbrahîm ku bi derfetên xwe dest bi vê hunerê kir, heta niha 30 peyker çêkirine û li gelek bajaran pêşengeh vekirine.
Li bajarê Hesekê welatiyê bi navê Mehemed Îbrahîm ev 13 sal e ji keviran peykeran çêdike. Lê tişta ku Mehmed Îbrahîm ê wekî Mehemedê Amudê tê nasîn, ji hunermendên din cuda dike, serpêhatiya wî ya destpêkirina çêkirina peykeran e.
Her çiqasî Mehemed Îbrahîm di zarokatiya xwe de li hemberî hunerê eleqeyek nîşan dabe jî, serpêhatiya wî ya çêkirina peykeran bi meraqekê dest pê kiriye. Mehmet Îbrahîm ev mereq û serpêhatiya hunera xwe ji ANF’ê re vegot.
Mehemed Îbrahîm, destnîşan kir ku dema diçû dibistana seretayî, mamosteyê wan xwestiye ku her kesek tiştekî çêbike û bîne. Îbrahîm, diyar kir ku wî jî qedehek mezin a lik tije alçî kiriye, piştre derxistiye û li ser jî ruyê jinekê çêkiriye. Îbrahîm, anî ziman ku mamoseyê wî xebata wî gelekî ecibandiye û ji wî girtiye. Îbrahîm, daxuyand ku mamosteyê wî berhema wî roja paştir dîsa aniye dibistanê, lê wî dîtiye ku mamoste li ser alçiyê suretê xwe çêkiriye û vê dîmenê hem gelekî bandor li ser wî çêkiriye, hem jî di hişê wî de maye.
PIŞTÎ 30 SALAN HEMAN DÎMEN HATE PÊŞ ÇAVÊN WÎ
Îbrahîm ku piştî dibistanê ji bo ku di warê aborî de tevkariya malê bike des ti bar kir, piştî 30 salan jinû ve bi hunerê re rû bi rû ma. Mehemed Îbrahîm ku niha ajokariya kamyonê dike, destnîşan kir ku dema wî di sala 1999’an di karê çêkirina tekereyên wesayîtan de kar dikir, rojekê ji bo destavê hinekê ji dikanê dûr ketiye. Îbrahim, anî ziman ku di wê navberê de li çolê kevirekî biçuk ku li ber çavê wî wekî seriyê mirovan bû, dîtiye. Îbrahîm ku ev kevirê hanê mereqa wî gelek zêde kiriye, bi vê yekê dest bi çêkirina peykeran dike. Îbrahîm, ev serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Ew kevirê min dît, wekî seriyê mirovekê dixuya. Wê demê dîmena seriyê ku mamosteyê min çêkiribû hat ber çavê min. Min ew kevir anî dikanê û di dema xwe ya vala de bi çakuç pê re mijul bûm.”
SURETÊ XWE LI SER ÇÊKIR
Îbrahîm, got ku ew 2 mehan bi vî kevirî re mijul bûye û şeklek derketiye holê û wiha dom kir: “Min xwest ew şeklê dihat ber çavê min çêbikin, lê wekî min dixwest derneket. Lewre min ew danî aliyekê û dest bi çêkirina peykerê jinekê kir. Piştî vî peykerî dîsa vegeriyam kevirê berê û min suretê xwe li ser çêkir. Baş derket.”
‘JIN JIYAN E LOMA PEYKERÊN WAN ÇÊDIKIM’
Mehemed Îbrahîm, piştî vî kevirê hanê, dema xwe ya vala hemuyê bi çêkirina peykeran deras dike. Zêdetirîn jî peykerên jinan çêdike. Îbrahîm sedema vê yekê jî wiha rave kir: “Ji ber ku keyfa min ji jinê re tê. Ew dayîk e, xwîşk e, hevser e, bi kurtasî ew jiyan e. Jiyan bi wê ve girêdayî ye, loma ez jinê çêdikim. Peykerên ku ez çêdikim jî folklorîk in, yanî di nava jiyanê de cihê jinê nîşan dide. Keyfa min gelekî bi vî karî tê.”
30 PEYKER ÇÊKIRINE
Mehemed Îbrahîm ku tenê di dema xwe ya vala de peykeran çêdike, anî ziman ku li gorî peykeran dema çêkirina wan jî diguhere û wiha dom kir: “Herî zêde 3 mehan pêre mijul dibim. Yên herî kêm pê re mijul dibin jî 5 roj in. Ez van peykeran di dema xwe ya vala de çêdikim. Hinek caran bi roj, hinek caran bi şev çêdikim. Carinan serê sibehê beriya ku diçim kar, hinekê pêre mijul dibim.” Îbrahîm ku peykerên jinê yên di warê jiyanê de yên cuda cuda çêdike, çend peykerên zilaman jî çêkirine.
AMURÊN ÇAKUÇ Û KÊR IN
Îbrahîm wekî peykerçêkerên din, bi amurên vê hunerê peykerên xwe çênake. Ji ber ku derfa wî ya kirîna van amuran nîn e, peykerên xwe bi çakuç, kêr û zimpayê (cam kaxiz) çêdike. Îbralîm, keviran jî, ji derdorê kom dike, hinekan jî hevalên wî ji Helebê tînin.
PÊŞENGEH VEKIRINE
Di encama xebata 13 salan de Îbrahîm 30 peyker çêkirin û li gelek cihan pêşengeh vekirin. Îbrahîm li bajarên wekî Şam, Hesekê, Heleb, Dirbêsiyê û Amudê pêşengehên şexsî vekirin. Li bajarên Qamişlo, Hesekê û Siwêda jî bi hunermendên din re pêşengehên tevlîhev vekirine.
Gelek kes peykerên Îbrahîm dixwaze, lê ew peykerên xwe nafiroşe û dixwaze ku bi van peykeran xwe bide xuyakirin. Bi gotineke din dixwaze hemû kes wî bi ajokariyê na, bi vî karê hanê nas bike.
Îbrahîm endamê Saziya Hunermendên Suriyeyê ye, lê ev sazî jî xebatê nake, loma tu sudê jê nagirie. Li Rojavayê Kurdistanê jî têkiliya Îbrahîm bi tu saziyan re tune ye, lê dixwaze ku bi saziyên çandê re xebatê bi meşîne. Ji bo ku karibe bi awayekî profesyonel hunera xwe pêş bixe û di saziyek hunerê de bixebite jî, tekane daxwaza Îbrahîm jî ew e ku ji bo debara xwe bike, alîkariya wî bê kirin.
Ajansî Firat

Yekbun:Di Hunerê Da Pir Caran Sîyaset U Pere Dibin Rêgir
Hejar Memûzînî
Bas/Taybet: Hunermend Yekbûn stranbêjeke xwiya ya Bakurê Kurdistanê ye û çend berhemên wê hene, wek aktor jî di çend rêze-fîlmên Tirkiyê de rol dîtiye. Yekbûn di van nêzîkan de bi sponsoriya Vîn Prodecsion berhemeke-albûmeke nû belav dike.
Hunermenda kurd Yekbûn sala 1979-ê li bajarê Stenbolê ji dayîk bûye û sala 1980-ê dest bi karê hunerî dike. Yekbûn di hevpeyvîneke kurt de, derbarê xewn û xeyalên xwe yên hunerî de ji Basnewsê re got: ‘’Hinek ji wan hatine dîtin, lê gelek hêvî û daxwazên min ên hunerî mane û hêvîdar im bên dîtin.’’
Bi baweriya Yekbûn, ger wê di warê hunerî de xwe nedîtibûna, dibû dekorîsteke xaniyan û dibêje: ‘’Min dixwest karê dekorasyona xaniyan bikim. Herwiha karê reklamê jî, ji ber gelekî bala min kişandiye.’’
Niha rewşa berhemanîna karê hunerî yan jî derxistina albûman li Kurdistanê hatiye guhertin, nexasim piştî damezrandina şirketên ku di vî warî de kar dikin. Di vê derbarê de jî Yekbûn got: ‘’Her diçe şirketên hunerî zêde dibin, loma jî astê berhemanîna klîpên kurdî baştir dibe.’’
Derbarê wan hevkariyên ku di karê hunerî de jê re hatine kirin, Yekbûn got: ‘’Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê, gelekî hevkariya min kiriye, herwiha Vîn Prodecsion jî gelekî bûye hevkar û her bi rêya wan karên albûma min ya nû qediyan.’’
Derheqê wan pirsgirêk û kêşeyên ku di karê hunerî de rûbirûyê wê bûne, hunermenda kurd wiha axifî: ‘’Dûriya ji welêt yek ji pirsgirêka min a serekî ye, herwiha siyaset û warê aborî jî gelek caran dibin rêgirê karûbarên mirov ku êdî mirov nikare karê hunerî li gor hez û xwesteka xwe bike.’’
Derbarê wê hatina-dahata ku di karê hunerî de bi dest hunermend û şerketan dikeve, Yekbûn got: ‘’Gelekî xirab e, ji ber şirketên hunerî pereyekî berçav xerc dikin. Lê belê ne şirket û nejî hunermend qezenc nakin, ji ber kopîkirina cd-yan gelekî asan e, loma vêna jî wiha kiriye ku hunermend nikaribin zêde berhemên kurdî biafirînin.’’
Yekbûn qala berhema xwe ya nû jî kir û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Karên berhema nû qediyan e û di van nêzîkan de belav dibe. Albûma nû ji 15 trakan pêk tê, 5 stran ji wan bi stîla cazê ne û besteyên 7 stranan jî yên min bi xwe ne.’’
Çavkanî: Malpera Bas News

88 film beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Filman a Dihokê dibin
Di duyemîn festîvala navneteweyî ya filman a Dihokê de 88 film tên pêşkêş kirin.
Rêveberê giştî yê rewşenbîriya Dihokê û amadekarê festîvala navneteweyî ya Dihokê Adil Hesen ji Rûdawê re got: “Di vê festîvalê de 150 sînemakar û filmsazên cîhanî û navxweyî beşdar dibin. Hêjmarek ji kesên beşdar, hunermendên li ser asta cîhanê naskirîne û xelat wergirtine.”
Adil Hesen diyar kir ku di festîfalê de 88 berhemên Kurdistanî û cîhanî beşdar dibin.
Wezîrê rewşenbîrî û ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd jî ji Rûdawê re got: “Divê em ji bo wê yekê kar bikin ku her sal festîvalên navneteweyî yên sînemayan di demên xwe yên diyarkirî de dûbare bibin. Pêwîste sûd ji ezmûnên par û îsal bên wergirtin û ji bo festîval ber bi pêş ve bibin.” Kawe Mehmûd wiha got: “Her sal li Dihokê festîvala navneteweyî ya sînemayan li Dihokê tê sazkirin.”
Duyemîn festîvala navneteweyî ya Dihokê 09.09.2012an dest pê kir û heta 16.09.2012an berdewam dikin .
Rudaw

Onder Dênîz(Şahîya Dilan)ê Derxist
Hunermend Onder Dênîz Albumeka Nu Derxîst
Piştî Ku Birayabu ji bo newroza îsal(2012)hunermendê Bakurê Kurdistan Onder dênîz berhemekê nu belav bike binavê(şahîya dilan). lê ji ber hinek sedeman albuma xwe sekinand heya dawîya heyva(8)ê bi sponsorîya(mîr multî Medîa) Duyemîn Albuma Xwe ku ji(10)trakan pêk dihêt derxist u belav kir
ev berhema nîha di tomargehên evrupa u tirkîya yê dîhêt bi dest xistin

Lî ser daxwazîya gohdarên Hesen Şerîfî Sîtrana (Tu nehatî)Kîlîp Kîr
Hunermend Hesen şerîf lî ser daxawazîya gohdaranê xwe êkem sîtrana xwe ya albuma nu (tu nehatî) klîp kîr.
dî daxuyanîyekê jî bo rojnama hewlêr hesen şerîf got:ev sîtran têxst u awazê wî yê( hevraz qamîşlî)e. pîştî ku ev sîtran dî ser internêtê da gohdarekê zor hebu dî heman demî jî da daxwazî jî mîn hat kîrîn ku kîlp bîkîm. mîn jî daxwazîya wan bî cî anî.
herwîsa got jî:her demekî gohdaran daxwazîyê bîkîn u ew jî hewîl dîde daxwazîyên wan bîcî bîne.. jî ber wê jî ev sîtran lî ser daxwazîya gohdaran dîhêt kîlp kîrîn..

Zîlan Odabaşî Bo Mem U zîn:Hîndîk dîzîyên tîrkî rastîya cîvaka kurdî dernaxîn
Dîzîyên bîvî renge nakeva xîsmeta tu alîkî
Lîstîkvanê cîwan yê bakurê kurdîstan Zîlan Odabaşî DÎ daxuyanîyeka taybet jî bo malpera Mem U zîn Ragîhand: Hîndîk dîzîyên ku nîha dî tîrkîyayê da dîhêt çêkîrîn rastîya cîvaka kurdî bî rast u dîrustî dernaxîn.. mîxabîn dîba jî cîhê dîjayetî kîrînê.. bî dîzîyê xwe hewîl bîdabîn ku herdu mîletan jî hev nêzîk bîkîn nek dîjayetî kîrîna cîvakê kurda bîkîn
Zîlan Dî peyvîna xwe dîdome u dîbêje:tu dema evan dîzîyê hene nakeva xîzmeta tu alîyekî،jî berku pîrsgrêka dînavbera kurd u tîrka bêtîr jî çareserîyê dur dîke.. jî ber wê jî ez tucara amde nînîm beşdarê van dîzîyan bîm